Biden: Wê alîkariya leskerî û çekan bidome…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li merasîma Hanûka ya li Koşka Spî ragihand ku wê alîkariyên leşkerî û firotina çekan bo Îsraîlê berdewam bike.
Biden di merasîma Cejna Hanûka ya Cîhuyan de ku şeva 11ê Kanû hate lidarxistin got: "Heta ew ji Hemasê rizgar bibin, emê dabînkirina alîkariyên leşkerî bidomînin, lê divê em baldar bin. Dibe ku nêrîna raya giştî ya cîhanê di şevekê de biguhere. Nabe em destûra vê bidin.”
Biden zêdebûna antîsemîtîzmê şermezar kir û bi bîr xist, piştevaniya Amerîka ya bo ewlehiya gelê cihû û mafê hebûna dewleta cihûyan bi taybetî piştî êrîşa 7ê Cotmehê bihêztir bûye.
Biden herwiha got, “Ez siyonîst im. Ji bo siyonîstiyê hewce nake cihû bim. Heke Îsraîl nebûye, cihekî ewle yê cihûyan li cîhanê nedibû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin