Biden: Em ê 800 milyon alîkariya din a leskerî bisînin Ukraynayê

17 March 2022 10:32 0 dîtin
Biden: Em ê 800 milyon alîkariya din a leskerî bisînin Ukraynayê

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî gotara Serokê Ukraynî Volodymyr Zelensky ji Kongresa Amerîkî re kir axivî û got, axaftina wî pêbawer bû û ew ê 800 milyon alîkariya din a leşkerî bişînin Ukraynayê.

Biden do Çarşemê eşkere kir: “Bi vê alîkarîya nû, em alîkarîya ji Ukrayna re hîn pirtir dikin ku niha gihîştiye 1 milyar dolarî ku dijî êrîşa Rûsya piştgiriya wan bikin.”

Biden destnîşan kir, Amerîka bi berdewamî pêşengiya bizavên piştgirîdana Ukraynayê dike û bi hevbendên xwe re alîkariya ewlekarî û sîyasî bike û got: "Ev şer derheqa diyarkirina çarenivîs û siberoja gelê Ukraynî ye û em ê misoger bikin ku ew ê tu car ji bo Putin nebe serketinek”