Partiya DEMê: Divê demildest bombebarankirina deverên sivîl bê rawestandin

24 October 2024 10:03 0 dîtin
Partiya DEMê: Divê demildest bombebarankirina deverên sivîl bê rawestandin

PeyamaKurd – Partiya DEMê derbarê operasyona esmanî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, operasyonên esmanî yên piştî êrîşa li ser navendên TUSAŞê li Kahramankazan a Enqerê, wê tundiyê li herêmê kûrtir bike. Em bang li hemû aliyan dikin ku diyalog û çareseriyên aştiyane qebûl bikin.

Piştî ku Wezareta Parastina Neteweyî operasyona hewayî ya li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ragihand, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê bi sernavê "Divê demildest bombebarankirina cihên sivîlan bê rawestandin" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

"Operasyonên hewayî yên ku piştî êrîşa li dijî tesîsên TUSAŞê yên li Kahramankazana Enqereyê hatin destpêkirin, wê bibe sedem ku tundî li herêmê kûrtir bibe. Bombebarankirina gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî Kobanî, jiyana sivîlan dixe xeterê. Bandorên wêranker ên şer dikare bibe sedema karesatek mezin ji bo hemî aliyên li herêmê. Operasyonên leşkerî yên ku sivîlan dikin hedef jî rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Berdewamiya şer û pevçûnan wê bibe sedema zêdetir êş û ziyanan. Em bang li hemû aliyan dikin ku diyalog û çareseriyên aştiyane qebûl bikin.”