Bafil Talebanî: Divê berpirsên sehîdkirina xwepêsanderên Kurd bên girtin
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser rewşa Kerkûkê û bûyerên doh 2yê Îlonê peyamek belav kir û ragihand, “Divê demildest rê li ber rijandina xwînê bê girtin û berpirsên şehîdkirina ciwanên me bên girtin.”
Bafil Talebanî got: “Ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bibin qurbaniyên destkeftiyên taybet. Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerab û neheq in û qebûl nakin ku xwîna ciwanên me li ser navê hestê netewî bê rijandin û bi qeder û canê wan were lîstin.”
Talebanî bang li hemû aliyên pêwendîdar bi taybet hikûmeta Iraqê kir ku demildest rê li rijandina xwînê bigirin û dawî li rewşa heyî bînin, “Em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rûbirû bin û rê li ber fitne û parçebûnê bigirin.
Pêwîste her kes hevkarî û hemahengî ji bo bidawîkirina vê rewşê û parastina aştî û biratiyê di navbera hemû netewe û pêkhateyan de li Kerkûkê bike.”
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hefteyek zêdetir e rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê doh Şemiyê 2ê Îlonê xwepêşandan li dar xistin û daxwaza vekirina rê kiribûn. Dema xwepêşandanê di êrîşa hêzên iraqî de, 3 xwepêşanderên Kurd hatin şehîdkirin û 9 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyeran şeva borî komên ku çadiran rê girtin, vekişiyan û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji nû ve hate vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin