Bafil Talebanî û Elî Bapîr civiyan: 'Divê kêseya mûçeyan bê çareserkirin'
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr civiyan û ji partiyên Kurdistanê daxwaz kirin ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyan di nav hewldanan de bin.
Di daxuyaniya piştî hevdîtina Talebanî û Bapîr de hate gotin ku divê berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bên parastin û daxwaz hat kirin, ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hemû partiyên Kurdistanê bikevin nav hewldanan.
Herwiha hate diyarkirin ku mijareke din a hevdîtinê jî, parastina ewlehî û aramiya herêmê û rakirina astengên li pêş hilbijartinên bêne kirin bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin