Bafil Talebanî bi Serokê Koma Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr re civiya

29 July 2022 13:36 0 dîtin
Bafil Talebanî bi Serokê Koma Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr re civiya

PeyamaKurd – Serokê YNKê Bafil Talebanî li Bexdayê bi Serokê Koma Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr re civiya.

Li gor zanyariyani di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û bidawîkirina nakokiyan kirin.

Herwiha hat ragihandin ku di civînê de Talebanî tekezî li ser yekrêziya rewşê û pêşxistina pêwendiyên di navbera YNKê û Koma Dadweriya Kurdistanê kir bi awayekî ku pêwîst e her du alî hevkar û hemaheng bin ji bo serxistina proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetguzarî pêşkêşî xelkê bike.

Mamosta Elî Bapîr jî di civînê de kêfxweşiya xwe bi rola girîng a YNKê li Bexdayê nîşan da ku li ser berdewamiya siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal e û niha mala wî cihê kombûna hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ye.