Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Sêx Cengî do civînek li dar xistin

30 August 2021 10:58 0 dîtin
Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Sêx Cengî do civînek li dar xistin

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê, hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî, do şev bi navbeynkariya Amerîkiyan civînek li dar xistin.

Çavkaniyên nêzikî her du hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) diyar kirine, Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî şeva derbasbûyî li Silêmaniyê hevdîtinek pêk anîn.

Li gor zanyariyan, di civînê de daxwaz hatiye kirin ku her du hevserok kar ji bo serxistina lîsta YNKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bikin û heta piştî hilbijartinan pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bên paşxistin.

Civîna Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî, di bin tedbîr û çavdêriyeke emnî ya tund de û bi awayekî nihênî li cihê rahênerên Amerîkî yê li Fermandariya Hêzên 70, birêve çû.

Di civînê de Qubad Talebanî jî amade bû û Amerîkî li gel her du aliyan bi tenê civiyan û guhdariya daxwazên wan kirin û paşê bi beşdariya her du hevserokan civîn hat kirin.

Li gor çavkaniyekî nêzikî Lahûr Şêx Cengî ku nexwest navê xwe eşkere bike, Lahûr Şêx Cengî razî bûye ku kar ji bo serxistina lîsta YNKê bike, ew jî bi mercê “rakirina tohmetên li ser wî û vegerandina beşeke desthilatên wî.”

Lê li gor çavkaniyekî nêzikî Bafil Talebanî, Bafil Talebanî “mercên Lahûr Şêx Cengî qebûl nekirin” û pêdagir bû li ser beşeke biryarên ku berî niha derxistine.

Wan çavkaniyan amaje bi wê kirin ku civîn di saet 22.15an de (Yekşem, 29/08/2021), destpê kir û di saet 01.2an de bi dawî bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin, di çend rojên bê de ji bo asayîkirina aloziyên di navbera hevserokan û pêkanîna rêkeftinekê, civîneke din jî dê di navbera her du aliyan dê bê kirin.