YNKê biryarên Bafil Talebanî yên ji bo dûrxistina Lahûr Cengî û hin kesên din pejirand
PeyamaKurd – Medyaya fermî ya YNKê diyar kir, Polîtboruya YNKê bi koma dengên endamên xwe biryarên Bafil Talebanî yên derbarê derkirina Lahûr Cengî Burhan, Jîno Mihemed, Şadman Mela Hesen û Ala Talebanî de pesend kir.
Li gor medyaya fermi ya YNKê, polîtboruya wê partiyê herwiha cemidandina endamîtiya Aras Şêx Cengî Burhan heta 6 mehan pejirandiye.
Li gor daxuyaniyê, ew biryar piştî bidawîbûna dema îtîrazê û hemû rêkarên rêziknameyî hatine pesendkirin û ew biryar li gor rêziknameya navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûne biryarên dawî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin