Bafil Talebanî û YNKê sersaxiyê li Îranê kir
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Polîtburoya YNK, bi boneya di qezaya helîkopterê de can ji dest dana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tebrîzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhieat Melîk Rehmetî peyama sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniya hevbeş a Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî û polîtburoya YNKê de wiha hate gotin:
“Bi boneya koça dawî ya Serokomarê nemir Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên, sersaxiyên xwe pêşkêşî rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê birêz Elî Xamineyî û gelê dost û rêberên Komara Îslamî ya Îranê dikim. Emîr Ebdullahiyan di vê kêliya dijwar de dilê gelê me û rêberên olî yên Îranê ye û em ê li ser vê karesatê bi ser bikevin."
Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku "Li ser navê YNKê em sersaxiyê ji rêveberiya Îranê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Îranê re dixwazin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin