Serok Barzanî 3 bijarde pêskesî Bafil Talebanî kirin: YNKê hîn bersiv nedaye
PeyamaKurd – Hevserokê YNKê Bafil Talebanî 10ê Sibatê ji bo yekalîkirina mijara namzedê serokomariya Iraqê û çend mijarên din gotûbêj bike, serdana Serok Mesûd Barzanî kiribû.
Îro 13ê Sibatê Yekşemê Dadgeha Federalî ya Iraqê biryarê li ser namzediya namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî dide ku li gorî daxuyaniyên PDKê Zêbarî ji namzediyê venakişe. Herwiha namzedê YNKê jî hîn Berhem Salih e û biryare îro mijara yekalîkirina namzedê serokomariyê ji bo herdu aliyan were zelalkirin.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî di hevdîtina roja Înê de 3 bijarde pêşkêşî Bafil Talebanî kirine û YNKê heta niha bersiv nedaye. Herwiha li gorî çavkaniyên Tevgera Sedir jî Muqteda Sedir bi hêvî ye herdu partiyên Kurd li ser serokomariyê li hev bikin.
Çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê naveroka wê hevdîtina Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ji Rûdawê re gotiye, Serok Barzanî ji bo gihîştina rêkeftinekê destpêşxeriyek kiriye ku ew jî wiha ye:
1- Guhertina namzedê YNKê ji Berhem Salih bo kesekî din ku PDK pesend bike.
2- Destberdana YNKê ji posta serokomariyê li beramber postên din yên Kurdan di nav Hikûmeta Iraqê de.
3- Namzedê her aliyekî hebe û rikeberiya siyasî û demokrasî berdewam be.
Herwiha çavkaniya ji PDKê li ser helwesta YNKê jî daye zanîn ku heta niha YNKê xwe yekalî nekiriye û bersiva destpêşxeriya Serok Barzanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin