‘Serdana Serok Barzanî enerjîyeke erênî pêskesî Iraqê kir’

05 July 2024 17:40 0 dîtin
‘Serdana Serok Barzanî enerjîyeke erênî pêskesî Iraqê kir’

PeyamaKurd – Serdana Serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê ku bi hemû aliyên siyasî re hevdîtin kirin û bi germî hate pêşwazîkirin, karvedaneke mezin bi xwe re anî.

Serok Mesûd Barzanî, roja Çarşemê ligel şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Temîm û Fuad Husên û hejmarek berpirsên hikûmî û siyasî yên Iraqê ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî di wê serdanê de bi her sê serokatiyên Iraqê û Îdareya Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan û hemî berpirs û balyozên welatan re civiya û herwiha bi çend parêzgerên bajarên Iraqê re jî civiya.

Şirovekerê siyasî Dr. Îbrahîm Simo li ser serdana Serok Barzanî ya Iraqê dibêje, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê baş hat şîrovekirin, herwiha enerjiyeke erênî pêşkêşî cadeya Iraqî kir.”

Akademîsyen û Şîrovekerê Siyasî Dr. Îbrahîm Simo ji K24ê re gotiye, “Medyakarên Ereb serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê bi awayekî gelek baş şîrove kir û wê serdanê enerjiyeke erênî pêşkêşî cadeya Iraqî kir.”

Îbrahîm Simo da zanîn, “Serok Barzanî tenê ji bo serdana aliyên siyasî neçûbû Bexdayê, belkî bi balyozên hemî welatan yên Iraqê re jî civiya, tevî Amerîka û Îranê û welatên Erebî jî, herwiha Serok Barzanî çû Bexdayê ji bo ku kêşeyên Iraqê çare bike û nehêle bikeve.”

Simo destnîşan kir, “Serok Barzanî peyameke ronî û eşkere pêşkêşî Iraqiyan û welatên zilhêz kir û got: Ev niyeta me ye ji bo Iraqeke demokrat. Herwiha Serok Barzanî ji bo çareserkirina kêşeyên hizbî neçû Bexdayê lê ji bo çareseriya arîşeyên Iraqê çû Bexdayê.”