Serokwezîr Barzanî: Kurdistan ji bo arambûna Iraqê roleke erênî dilîze

04 December 2019 20:29 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Kurdistan ji bo arambûna Iraqê roleke erênî dilîze

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Toller kir.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî di civînê de aniye ziman ku Herêma Kurdistanê roleke erênî ji bo arambûna rewşa Iraqê dilîze.

Di hevdîtina ku ku Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin jî amade bû de, guhartinên dawî li Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin û girîngî bi arambûna rewşa Iraqê hate kirin.

Balyozê Amerîkayê jî piştevaniya xwe ya ji bo hevtêgihiştin û pêşketinên bi taybet mijara budçeya 2020an û mijarên din ên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal diyar kir.

Şanda mêvan herwiha destnîşan kir ku dê Amerîka di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam be.