Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Dadê yê Iraqê re civiya: Ji bo deverên Kurdistanî rola xwe bilîzin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Iraqê Salar Ebdusetar kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera desthilata dadwerî û dadgehan û dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj hat kirin, bi taybetî li ser girîngiya hemahengbûna di warê beşdarbûn û amadebûna di civîn û navendên navdewletî de.
Di hevdîtinê de tekezî li girîngiya rêzgirtina li mafên mirovan û qerebûkirina ziyandîtî û xizmên Enfal û kîmyabaran û wêrankirina bi hezaran gund û bajarokên Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Wezareta Dadê ya Federalî û dezgehên dadwerî yên Iraqê kir, rola xwe ya girîng û erênî bilîzin di sînordanîn û rêgirtina wan karên neyasayî de û destdirêjiyên ku bi ser mal û milk û erdên welatiyên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ji bo nehiştina siyaseta guhertina demografiya wan deveran, bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin