Serokwezîr Barzanî û El Odat civiyan: Kurdistan dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li serokê parlementoya Urdinê Ebdulmunim El Odat û şanda pê re kir.
Di civînê de serokê parlementoya Urdinê behsa pêwendiyên dostane yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê kir û pesnê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê jî da di warên avadankirin û geşedanê de ku dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê.
Serokê hikûmeta Kurdistanê spasiya xwe ji bo helwesta dostane ya şahê Urdinê û hikûmeta Urdinê anî ziman ku berdewam piştevaniya gelê Kurdistanê kiriye bi taybet di şerê terorîstên DAIŞê de.
Di civînê de behsa girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Kurdistan û Urdinê di hemû waran de hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin