Serokwezîr Barzanî û Conte civiyan: Kurdistan Spasiya Îtalyayê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re, spasiya Îtalyayê kir alîkarî daye Pêşmerge û bi hawara Kurdistanê de hatiye.
Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî de got, “Îtalya yek ji wan welatên hevpeymaniya navdewletî bû ku alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê dikir. Bi taybetî jî spasiya Serokwezîrê Îtalyayê dikin ji bo alîkarî û hemahengiya wan ligel Wezareta Pêşmerge û dezgêhên din ên emnî yên Kurdistanê.”
Serokwezîr Barzanî da zanîn ku peywendiyên xurt di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de hene û ji bo karên kulturî yên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî ziman.
Herwiha Barzanî spasiya Serokwezîrê Îtalyayê kir ku rola wan di jinûvesazkirina bendava Mûsilê de heye.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser ku di civînê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û geşedanên dawî yên li herêmê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin