Barzanî û Conte civiyan: Tekezî li dostaniya Kurdistan û Îtalya hat kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Sibatê di serdana xwe ya Îtalya de, bi Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte re civiya.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de, gotbêj derbarê pêşxistina peywendîyên di navebra Îtaliya û Herêma Kurdistanê û guhertinê Îraqê û deverê de hatin kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê spasîya Îtalya kir bo piştevanîya wê ya bihêz di şerê dijî DAIŞê û rahênana Pêşmerge de û hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê yên bihêzkirina ezmûna bi hev re jîyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê bibîr xist.
Di civînê de Serokwezîr Barzanî ronahî xist ser karnameya kabîneya nehem û sanahîkarîyên kabîneyê bo proseya weberhênanê û hêvî xwest weberhênana Îtaliya li Kurdistanê bipêş bikeve.
Serokwezîrê Îtalya Conte amadehiya welatê xwe derbirî bo berdewamkirina hevahengîyê û piştevanîkirina Pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirûbûna DAIŞê.
Herwiha serokwezîrê îtalî tekezî li ser dostanîya Îtalya û bihêzkirina peywendîyan ligel Herêma Kurdistanê kir û bi taybetî di warê perepêdan û weberhênana Îtalya li Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin