Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Holendî civiyan: Kurdistaneke bihêz dixwazin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Kanûnê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Hollanda Stef Blok kir. Piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Stef Blok civîneke rojnamevanî hat lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kir, wan di hevdîtinê de behsa hevkariyên Hollanda bo Herêma Kurdistanê re kiriye, bi taybet hevkariyên di şerê li dijî DAIŞê de û hebûna hêzên Hollandayê li Herêma Kurdistanê bo perwerdekirina Pêşmerge.
Serokwezîr Barzanî ji bo hevkariyên gihandina alîkariyên koçberan spasî li Hollandayê kir daxwaz kir, Hollanda zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike û bi taybet di warên çandinî, xurek, aborî û xwendinê de.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Stef Blok jî di civîna rojnamevanî de got ku pêwendiyên wan ên baş bi Herêma Kurdistanê re hene û got ku wan hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye û hevkariyên wan yên leşkerî ji Pêşmerge re berdewam dibin.
Blok destnîşan kir ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê bibe herêmeke bihêz û pêwendiyên wan jî ligel Kurdistanê bihêztir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin