Serok Barzanî peyamek pêskesî Serokê Îmaratê kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî, îro 27ê Tîrmehê bi sedema wefata Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyan, sersaxî li Serokê Îmaratê kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî bi rêya peyameke sersaxiyê pêşkeşî Serokê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan kir ku birayê wî Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyan ji ber nexweşiyê can dabû.
Di peyama Serok Barzanî de hate gotin: “Roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an Serok Mesûd Barzanî bi rêya behînameyekê ji bo Serokê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan sersaxî li Serokê Îmaratê kir ji ber koça dawî ya Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyanê birayê wî, ku ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin