Serokê Herêma Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî peyamek belav kir

19 February 2021 11:00 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî peyamek belav kir

PeyamaKurd – Derbarê biryara dadgeha Hewlêrê ya 5 cezakiriyên Behdînan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike: “Ev ne biryara dawiyê ye, li gorî yasayê jî mafê cezakiriyan heye ku taneyê li biryarê bidin.”

Ew ê li benda wê proseyê bin, ew têkez li ser serweriya yasayê û rêzgirtin li biryara serbixweyî ya dadgehê û prensîpên mafê mirovan dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de destnîşan kiriye ku gelê Kurdistanê tu caran ji azadiyê paşve venagere û rê nayê dayîn ku azadî ji bo tunekirina azadiyê jî xerab bê bikaranîn.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Parastin, çespandin û berfirehkirina azadî û demokrasiyê, wate serweriya yasa û serbixweyiya dadgehê. Serbixweyiya dadgehê jî di çawaniya karê dadgeh û dadweran de tê dîtin.

Dadgeh û dadwer, divê rûmeta serbixweyiya xwe di pêxema serweriya yasayê de biparêzin, da ku rûmeta mirovan û rûmeta welat di bin siya rûmeta yasayê de parastî be.”

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwazê ji hemû aliyan dike, tevî maf û azadiya xwe di rexnegirtin û çêkirina givaşên sivîl li hember her biryarekê, kareke wiha nekin ku bêbawerî bi dadgeh, yasa û hemû saziyan çêbibe. Ji ber ku bêbawerî bi serweriya yasayê, wisa dike ku êdî ti kesek ji jiyan, rûmet, mal, saman û pêşeroja xwe piştrast nebe.

Roja Sêşema derbasbûyî, dadgeha Hewlêrê, bi tometa têkdana asayişa nîştimanî ya Kurdistanê, 5 girtiyên parêzgeha Duhokê bi 6 salan ceza kiribûn.