Serokê HUDA-PARê peyameke serxwesiyê gihand Serok Barzanî
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, li ser êrîşên vê dawiyê yên terora DAIŞê ku hejmarek Pêşmerge û sivîl şehîd bûn, peyameke serxweşiyê bo Serok Barzanî ragihand.
Di peyama ku bi rêya nûnerê Hewlêrê yê HUDA-PARê Abdussamed Yalçin radestî Serokê Nivîsgeha Derve ya PDKê Elî Huseyîn hatiye kirin de, Yapicioglu li ser êrîşên vê dawiyê yên terora DAIŞê ku 3 sivîl û 10 Pêşmerge hatine şehîdkirin sersaxî xwest û hevxemiya xwe anî ziman.
Zekeriya Yapicioglu di dawiya peyama xwe de dibêje, ‘Xweda gelê Kurd ji musîbetên mezintir biparêze” û rêz û hurmetên xwe bo Serok Barzanî pêşkeş dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin