Serokê HUDA PARê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

26 February 2024 16:34 0 dîtin
Serokê HUDA PARê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser wefata Zekîye Mele Mistafa Barzanî bi peyamekê ji Serok Mesud Barzanî re sersaxî xwest.

Nûnerê Hewlêrê yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin, serdana Serok Barzanî kir û peyama Yapicioglu gihandiyê.

Yapicioglu di peyama xwe de wiha got; “Birêz Serok Mesud Barzanî, em bi xebera wefata xûşka we Zekîye Mustafa Barzanî gelek mehzun bûn. Em tezîyeyên xwe yên germ pêşkêşî we dikin, sersaxî û sebr û selametîyê ji we re dixwazin. Em hêvî dikin ku Xwedê merhûme bi rehma xwe şad bike. Ginehên wê efû bike, cîhê wê bike cennet."