Yapicioglû dîsa bû serokê HUDA PARê
PeyamaKurd - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) 5emîn Kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Zekeriya Yapicioglu careke din wekî serokê HUDA PAR3e hate hilibijartin.
HUDA PARê, îro li Enqereya paytexta Tirkiyeyê kongeraya xwe ya 5emîn li dar xist. Di kongreya ku bi drûşma "Pergaleke dadmend û parvekirineke bi heq" hate bi rêvebirin de Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicoglû ku tekane berbijêrê kongreyê yê serokatiya HUDA PARê bû careke din wek Serokê partiyê hate hilbijartin.
Yapicioglû kî ye?
Zekeriya Yapicioglu di 1966an de li parêzgeha Batmanê ya bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Enqereyê di beşa hiqûqê de xwendiye û di 2012an de, di nava damezrînerên HUDA PARê de cih girtiye û ji sala 2013an heta 2018an serokatiya partiyê kiriye.
Yapicioglû d 2021an de careke din bûye serokê partiyê û di hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê de, di lîsta AKPê de bûye parlamenter.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin