Serokê HUDA PARê bi serokê Hemasê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyê re hêvdîtineke nepen pêk anî.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ku îro li Batmanê beşdarî meşa ji bo piştgiriya Hemasê ya bi navê "Meşa Mezin a Qudsê" bû, bi Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyê re hevdîtineke nepen pêk anî.
HUDA PARê bi daxuyaniyekê hevdîtinê ragihand lê belê di derbarê cih û dema hevdîtinê de ti agahî neda.
Li gor daxuyaniyê, Yapicioglu û Heniye, di derbarê şerê li Xezzeyê de danûstandinan kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Îsmaîl Heniye di hevdîtinê de diyar kiriye ku "berxwedana Xezeyê didome" û balê kêşaye ser gringiya gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo gelê Xezeyê.
Heniye her wiha daxwaza domandina alikariyên derman, çalakiyên piştgiriyê yên girseyî yên ji bo Xezzeyê û dewamkirina boykotê li cîhanê kiriye.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî bi daxuyaniyekê hevdîtinê piştrast kir û diyar kir ku ew ê bi her awayi piştgiriyê bidin Xezeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin