Ji Bafil Talebanî peyama lidarxistina Kongreya 5emîn a YNKê…

01 September 2023 19:32 0 dîtin
Ji Bafil Talebanî peyama lidarxistina Kongreya 5emîn a YNKê…

PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo kongreya YNKê ku biryar e 27ê Îlonê were lidarxistin, peyamek belav kir.
Talebanî li ser lidarxistina Kongreya 5emîn a ku wê 27ê Îlona 2023yan were lidarxistin dibêje; “YNK siyaseta ku Serok Mam Celal a ji bo aştî û yekîtiyê meşandiye wê bidomîne.”

Di beşeke peyamê de tê gotin, ew ê bi nêrîn û stratejiyeke bihêz siyaseta xwe li navenda federaliyê bimeşînin û li ser siyaseta Serok Mam Celal bikevin nav hewla aştî, pêkvejiyan û şirîkatiya rasteqîne.

Bafil Talabani di peyama xwe de dide xuyakirin, “Em bi hev re ber bi qonaxeke nû ya têkoşîna xwe ya rêxistinî ve dimeşin û ji bo xurtkirina yekîtiya xwe kongreya pêncemîn li dar dixin. Ez bawerim bi piştgirî û dilsoziya we, emê bi ser bikevin û mizgîniya yekîtiyeke xurtir bidin gelê Kurd. Ji ber vê yekê divê di bîra her rêhevalekî de be ku Yekîtî berpirsyartiyeke dîrokî, netewî û exlaqî ye.”