Peyama "Rojava" ya Talebanî di pîrozbahiya sersalê de
PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl Celal Talebanî bi boneya sersala nû peyamek belav kir.
Talebanî di peyama xwe de wiha got:
“Sala nû li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê pîroz be. Hêvîdarim sala nû bibe sedema aştî, aramî û ewlehiyê.
Ez di wê baweriyê de me ku di sala nû de em ê hemû bi hev re ji bo bihêzkirin, geşepêdan û pêşvebirina Kurdistanê, bi ruhekî netewî û berpirsyarî tevbigerin.
Emê bi avakirina hikûmeteke xizmetguzarî û dadperwerane hewl bidin ku jiyana xelkê biparêzin û mafên wan bidest bixin û jiyaneke bi rûmet ji gelê Kurdistanê re dabîn bikin.
Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê diyar dikin ku divê hemû pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin û bi taybetî jî em pêşwaziyê li hemû pêşniyarên ku ji bo çareser kirina kêşe û nakokiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên pêşkêş kirin û gihiştina çareseriyeke mayînde dikin.
Li aliyê din pirsgirêka Kurd li Rojava û Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî de derbas dibe. Di vê xalê de pêwîst e em hemû hewldana pêwîst bidin, piştgirî bidin û bi hesteke mezin bi berpirsyarî nêzî mijarê bibin.
Werin em hemû sala nû bikin sala aştî, lihevkirin, edalet û hiqûqê.
Werin em yekitî û yekrêziyê li Kurdistanê bihêztir bikin û paşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye û dikeve ser milê me hemûyan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin