Ji Erdogan peyama sersalê: ‘Di 2025an de înselah em ê mizgîniyên nû bidin’

31 December 2024 16:40 0 dîtin
Ji Erdogan peyama sersalê: ‘Di 2025an de înselah em ê mizgîniyên nû bidin’

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di peyameke vîdyoyî ya sersalê de got ku ew ji sala 2025an xwedî hêvî û bendewariyan e û xwest saleke bixêr û xweşî be.

Erdogan ragihand ku ew dê ji bo pêkanîna ‘Vîzyona Tirkiyeya bêteror’ bi biryardarî gavan bavêjin û bi niyetpakî rêyeke nû li ber Tirkiyê vekin û got, “Em ê înşelah di 2025an de mizgîniyên nû bidin.”

Hewce bike em ê ‘kulma hesin’ bixin dewrê

Serokomarê Tirkiyê bêyî ku bi nav bike hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bibîr xist û diyar kir, “Ji bo pêvajoya ku rêyeke nû li ber welatê me veke bi suhulet û niyet û hevtêgihiştineke beramberî bimeşe, em her cûre xîretê nîşan didin, lê dema hewce bike jî em ê kulma hesinî ya dewleta xwe ya di nav lepikê qedefeyî de bêdudilî bixin dewrê. Di vê çarçoveyê de em hêvî dikin înşelah mizginiyên nû di sala 2025an de bidin miletê xwe û wisa hêvî dikin.”

Wê vegera Sûriyan bê hêsankirin

Erdogan derbarê vegerandina penaberên Sûriyê de jî got, piştî 13 salan ew bawer dike seqamgerî li Sûriyê were dabînkirin û vegera dilxwazî ya penaberan jî were hêsankirin.