Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiya rojbûna Hz. Mihemed

15 September 2024 08:15 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiya rojbûna Hz. Mihemed

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed, pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serok Mesûd Bazanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Pêxemberê mezin Hezretî Mihemed El-Mustefa (Silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Serok Barzanî wiha domand: “Em ji Xwedêyê mezin daxwazkar in ku di vê boneya pîroz de, deriyê dilovanî û xêrê ji gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê re veke û bibe sedema xêr, aştî û pêkvejiyanê li seranserî cîhanê.”