Serok Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê da
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê peyamekî belav kir û di peyama xwe de cejna Qurbanê ya Kurdistanê, Iraq û alema misilmanan pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Di serî de cejna Kurdistaniyan, Iraq û Misilmanan pîroz dikim. Hem ez cejna malbatên şehîdan pîroz dikim ku wan şehîdan bo welatê xwe biparêzin, canê xwe dane.”
Serok Barzanî di pîrozbahiya xwe de cejna pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşê û polîsên Kurdistanê pîroz kir û sipasiya xwe bo keda wan ya bo parastina welatê xwe dikin kir û bo hemû hemwelatiyan bextewerî û dilxweşî xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin