Peyama pîrozbahiya serok Barzanî bo cejna Remezana pîroz

04 June 2019 01:57 0 dîtin
Peyama pîrozbahiya serok Barzanî bo cejna Remezana pîroz

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema cejna Remezana pîroz peyamekî belav kir. Teksta peyamê weha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Pîrozbahiyeka germ li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her weha hemû karmendên dezgeyên emniyên Kurdistanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan welgirtibe û ev cejn bibe cihê dawîhatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî

29ê Remezana 1440 ê koçî

03.06.2019 zayînî