Peyama Serok Barzanî bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi munasebeta hatina Cejna Qurbanê peyamek parve kir û pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û hemû Misilmanên cîhanê kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke pîrozbahiyê bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî parve kir.
Peyama Serok Barzanî bo pîrozbahiya cejna Qurbanê wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistan û Iraqê dikim. Pîrozbahiyeke germ pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim hemû aliyek cejnê bi xweşiyê bi ser bibin û haciyên me bi selametî ferza hecê bi cîh bigihînin û xwedayê mezin hec û lavayên wan qebul bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin