Pola Sîrwan Talebanî: Biryarên Bafil Talebanî di berjewendiyên YNKê de ne
PeyamaKurd – Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Pola Sîrwan Talebanî di hevpeyvînekê de diyar dike, guherîn û çaksaziyên li nava hizban coş û kelecanê pêk tîne û guhertinên nava YNKê kî gelekî baş in û YNK wê bi wan guhertinan re ber bi qonaxeke baş heye.
Endamê Encûmena Serkirdayetîya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Pola Sîrwan Talebanî eşkere dike: ‘‘YNK wê sîstema xelat û cezayê cîbicî bike. Ew destxweşiyê li wan kesan dikin ku rolên wan hebûne di proseya serxistina YNKê û karên wê de û divê ew kes li cihên ku heq dikin li wir bin. Ew kesên li nava YNKê de, rolên baş nedîtine û erkên li ser milên xwe bi cî neaîne divê lêpirsîn derbarê wan de were kirin û bêne cezakirin.’’
Herwiha Pola Sîrwan Talebanî eşkere dike, dema YNKê kongreya xwe ya 4an encam da, gelek endamên serkirdayetiyê di wê baweriyê de bûn sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê ne guncaw e û derket holê ku ew sîstem ligel YNKê naguncuve.
Di berdewamiyê jî de Pola Sîrwan Talebanî qala biryarên Hevserokê YNKê Bafil Talebanî dike û dibêje, biryarên Bafil Talebanî biryarên YNKê ne, çimku piştevaniya serkirdayetiya YNKê, ji bo Bafil Talebanî heye û biryarên Bafil Talebanî di berjewendiyên YNKê de ne.
Li ser çaksaziyên Bafil Talebanî jî Pola Sîrwan dide zanîn: ‘‘Em hemû piştevaniya çaksaziyên Bafil Talebanî dikin çûne guherîn û çaksazî dibin sedema wê yekê ku xelk çi ji YNKê bixwaze. YNKê wisa dike ku maneya wê ew e, YNK yekdeng, yekhelwêst û xwedî yek merci û yek biryar dibe. Ew helwesta aniha ya YNKê werdigre ew e ku cemawera YNKê ji YNKê dixwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin