Bafil û Lahûr bi fermî bûn hevserokên YNKê

18 February 2020 18:24 0 dîtin
Bafil û Lahûr bi fermî bûn hevserokên YNKê

PeyamaKurd – Piştî ku Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbasî sîstema hevseroktiyê bû, hatibû belavkirin ku Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî dibin hevserokên partiyê, lê bi fermî nehatibû ragihandin.

Di civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de, bi fermî Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek hevserok hatin diayarkirin.

Endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê îro careke din bi heman mijara hevseroktiyê civiyan û bi fermî ragihandin ku Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hevserokên YNKê ne.

Hejmarek serkirdeyên YNKê yên berê li dijî sîstema hevseroktiyê derdikevin. Herwiha gelek kes jî dibêjin, heger sîstema hevseroktiyê hebe, pêwîst e yek ji hevserokan jin be.