Bafel Talebanî û Lahûr Sêx Cengî bûne hevserokên YNKê

11 February 2020 15:00 0 dîtin
Bafel Talebanî û Lahûr Sêx Cengî bûne hevserokên YNKê

PeyamaKurd - Piştî ku di peyrewa navxwe ya YNKê de sîstema hevserokatiyê hatibû pesendkirin, îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek hevserokên YNKê hatin diyarkirin.

Li gorî nûçeya Rûdaw ê, îro Sêşemî 11ê Sibata 2020an Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi piraniya dengan Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê diyar kirin.

Ji bo pesendkirina peyrewa navxwe ya YNKê ku ji 77 bendan pêk tê, ew çend roj in ku civînên Encûmena Serkirdatiya YNKê berdewam in. Di civîna xwe ya roja Şemiyê 8ê Sibatê de, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar dabû ku sîstema birêvebirina YNKê bibe hevserokatî.

Tevî ku piraniya endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê bi sîstema hevserokatiyê razî ne, lê belê hin serkirdeyên wê partiyê nerazî ne, ku Mehmûd Sengawî yek ji wan e.

Mehmûd Sengawî roja Yekşemê 9ê Sibatê di daxuyaniyekê de gotibû, sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê û ji bo partiyekê ku di desthilatê de ye, guncaw nîne, lewma ew wê sîstemê ji bo rêvebirina partiya xwe red dike.

Sengawî gotibû: “Eger niha YNK di xebata çekdarî de ba, ti pirsgirêka wê cûrê sîstemê nebû, lê belê ji bo partiyeke beşdar di desthilatê de, hevseroktî baş nîne.”