Lahûr Sêx Cengî: Ji îro û pê ve ez ê weke hevserokê YNKê dest bi xebatên siyasî bikim
PeyamaKurd – Lahûr Şêx Cengî diyar kir, piştî sal û nîvekê bi biryara dadgehê hemû mafên wî yên siyasî ji bo wî hatine vegerandin.
Lahûr Şêx Cengî ragihand, ew ê weke Hevserokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.
Lahûr Şêx Cengî ku di derbarê YNKê de peyameke vîdyoyî belav kir û diyar kir, piştî sal û nîvekê bi biryara dadgehê hemû mafên wî yên siyasî ji wî re hatine vegerandin.
Cengî amaje bi wê yekê kir ku ew bi biryara dadgehê vegeriyaye hevseroktiya YNKê û got, di kongreya 4. a YNKê de bi dengên endaman wek Hevserokê YNKê hatiye hilbijartin.
Cengî got, "Ji îro û pê ve ez ê weke hevserokê YNKê dest bi xebatên siyasî bikim" û got, bi piştevaniya kadroyên YNKê ew ê hewl bidin ku bi hêzên siyasî yên Kurdistan û Iraqê re bibin yek.
Cengî amaje bi wê yekê jî kir, pêwîstiya wan bi yekrêzî û şefafiyet heye û daxwaz kir, nakokiyên siyasî li aliyekî bên hiştin û gavên cidî bi hev re bên avêtin da ku statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê bihêztir û parastîtir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin