YNKê hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahûr Sêx Cengî jê wergirt
PeyamaKurd – YNKê hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahûr Şêx Cengî jê wergirt û da Bafil Talebanî û li gor zanyariyan biryar dê îro têkeve warê cîbicîkirinê.
Biryara Polîtbûroya YNKê xala yekem a nivîsa civîna polîtbûroyê ye ku roja 15ê vê mehê derbarê pirsgirêka di navbera hevserokan de birêve çû û wek ku di biryarê de hatiye diyarkirin: “Ji aliyê hemû hevalên Mekteba Siyasî (polîtbûro) ve hatiye pesendkirin.”
Biryara Polîtbûroya YNKê bi vî awayî ye;
- Hevserok Lahûr Şêx Cengî hemû desthilatên xwe bi hevserok Bafil Talebanî dide heta sererastkirina peyrewê
- Ev biryar di roja derçûnê de dikeve warê cîbicîkirinê
Biryara polîtbûroya YNKê îro der çû û ji nivîsingehên taybet ên herdu hevserokan, Nivîsingeha Taybet a Biryarder û Kargêriya Mekteba Siyasî, endamên Mekteba Siyasî, Sekreteriya Encûmena Serkirdayetî û Nivîsingeha Taybet a Lêpirsînê ya Sekreteriyê, hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin