Endamê Polîtburoya YNKê: Sîstema hevserokatiyê ji bo YNK xelet bû

28 May 2022 16:06 0 dîtin
Endamê Polîtburoya YNKê: Sîstema hevserokatiyê ji bo YNK xelet bû

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şalaw Elî Eskerî ji çapemeniyê re diyar kir, sîstema hevserokatiyê ji bo YNK xelet bû û niha yek serok heye.

Li gor Şalaw Elî Eskerî da zanîn: “Armanca dîdara YNKê du tişt e, yek ji wan xewna YNKê ya ji bo dewletdariyê ku ev tenê bi kadroyên YNKê ve girêdayî nîne, giştî ye, ya duyem; ew raspardeyên kongreyê ku nehatine cîbicîkirin, em cîbicî bikin.”

Herwiha li ser betalkirina sîstema hevserokatiyê jî Şalaw Elî Eskerî destnîşan kir û got: “Du kes hevserok bûn, yek çûye û yê din maye, otomatîkî ew dibe serok.”

Herî dawî eşkere kir: “Derket holê ku sîstema hevserokatiyê bi ser neket, ezmûneke nû bû, dema te xeletiyek kir, jê vegere.”