Endamê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl koça dawî kir

28 July 2024 10:01 0 dîtin
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl koça dawî kir

PeyamaKurd - Endamê berê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Salih Xelîl li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawî kir.

Hate ragihandin ku endamê berê yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl, doh 27ê Tîrmehê di 71 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kiriye.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya rêheval û endamê berê yê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Salih Xelîl bihîst. Hevrê Mihemed Salih Xelîl bo heyama sê dehsalan heta sala 2014an, di nava partiyê de di Komîteya Navendî û Polîtburoyê de bû û salên dirêj li Efrîn û Helebê xizmeta partî û gelê xwe kir.”

Mihemed Salih Xelîl sala 1953an li gundê Naza yê Efrînê ji dayik bûye û ji ciwaniya xwe ve di tevgera siyasî ya Kurd a Rojavayê Kurdistanê de bû.