Mihemed Salih Iraqî ji Qeys Xezelî re: Hesda Seibî ne tu yî! Hey qirêj û kirêt
PeyamaKurd – Mihemed Salih Iraqî bi peyamekê gefên tund li serokê milîsên Esayîb Ehlî Heq xwar û ew wek kesekî kirêt û qirêj pênase kir.
Li gor Mihemed Salih Iraqî ku wek Wezîrê Sedir tê nasîn di facebookê de hişyariyekî tund da serokê milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî û got: “Eger milîsên xwe yên genî lixaw nekî û bi xwe jî ji kujer û tawanbarên ser bi xwe dûr nexî, yan jî îspat nekî ku ew ser bi te nîn in, wê demê tu bi xwe jî wekî wan pîs û genî û qirêj î.”
Di berdewamiyê de got, êdî henekên xwe bi xwîna gelê Iraqê neke û eşkere kir: “Eger wî mafî tu didî xwe ku ewên li dû te ketine bikujî, ew nayê wê wateyê ku tu xwe bikî celad û seyên har şêran bikujin. Heşda Şeibî ne tu yî! Hey qirêj û kirêt.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin