Qeys Xezelî bi helkefta 78 saliya damezrandina PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Asaib Ehlî Heq Qeys El-Xezalî bi boneya 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Serok Mesûd Barzanî pîroz kir.
Hazalî îro (17.08.2024) di peyama xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de wiha got: “Bi boneya 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.”
Serokê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Hezelî di berdewamiya peyama xwe de got: PDKê di şerê li dijî rejîma dîktatoriya berê ya Iraqê de gelek qurbanî dan û roleke aktîf di parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de lîst.
PDK di 16ê Tebaxa 1946an de li paytexta Komara Kurdistanê Mehabadê di bin serokatiya Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî de hat damezrandin.
Yekemîn kongreya PDKê li mala Seîd Fehîm Feylî li Bexdayê hat lidarxistin. 70 endam beşdarî vê kongreyê bûn. Ji van endaman Elî Ebdullah, Cafer Hebîb, Muhammed Kerîm, Salih Yûsif û çend endamên din bernameya partiyê diyar kirin.
PDKê di Adara 1951ê de li Bexdayê li mala Elî Hemdî kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Kongreya 3. di sala 1953an de li Kerkûkê hat lidarxistin. Kongreya 4an di sala 1959an de li Bexdayê li mala Ziyade Koyî hat lidarxistin.
PDK 78 sal in di qada siyasî, civakî, aborî, herêmî û navneteweyî de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin