YNKê, pergala hevserokatiyê betal kir

28 August 2022 19:31 0 dîtin
YNKê, pergala hevserokatiyê betal kir

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina jêderek ji Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), rayedarên YNKê pergala hevserokatiyê hilweşand û Bafil Celal Talebanî, wekî Serokê YNKê hilbijart.

Îro, Encûmena Serkirdatiya YNKê, li ser çend pirsgirêkên navxweyî civînek li dar xist û di vê civînê de mijara dagirtina cihên kesên ku ji nav partiyê hatibûn dûrxistin jî hat nirxandin.

Li gorî nûçeya K24ê, piştî civînê jêderek ragihandiye ku di vê civînê de pergala hevserokatiyê ya YNKê jî hatiye betalkirin û Bafel Talebanî bi êrêkirina 90 endamên Encûmena Serkirdatiyê, wekî Serokê YNKê hatiye hilbijartin.

Beriya niha di 18ê Sibata 2020an de li ser pergala hevserokatiyê, Bafil Talebanî û Lahor Cengî wekî Hevserokên YNKê hatibûn hilbijartin. Her wiha di 8ê Tîrmeha 2021an de ji ber pirsgirêkên navxweyî yên YNKê, bi biryara Bafel û Qubad Talebanî, Berpirsê Parastin û Zanyariyan û Rêveberê Hêzên Dijeterorê yên YNKê ji erkê hatibûn dûrxistin.

Ji ber dewamkirina pirsgirêkan, Lahor Cengî û çend endamên din ên Encûmena Serkidayetiya YNKê, ji partiyê hatibûn dûrxistin.