Wezareta Berevaniya Tirkiyê kustina fermandarekî PKKê li Silêmaniyê ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Bervaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê de, fermandarekî PKKê di encama operasyoneke îstixbarata Tirkiyê (MÎT) de hatiye kuştin.
Wezareta Bereveniya Tirkiyê îro 22yê Hezîranê Şêşemê ragihand, di êrîşeke asmanî ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de,y serkirdeyê PKKê yê bi navê Welat Dogan / Welat Dersîm hatiye kuştin.
MSBê daye xuyakirin ku operasyon bi hevkariya dezgeha îstixbarata Tirk MÎTê pêk hatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê balafirên şer ê Tirkiyê 2 otomobîlên PKKê li Pişder û Maweyê kiribûn armanc ku hejmarek endamên PKKê di wan de hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin