???????Wezareta Berevaniya Tirkiyê êrîsên li ser Singal, Dêrik û Qerecoxê pistrast kir

02 February 2022 14:08 0 dîtin
???????Wezareta Berevaniya Tirkiyê êrîsên li ser Singal, Dêrik û Qerecoxê pistrast kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, şeva derbasbûyî navçeyên Şingal, Dêrik û Qerecox bombebaran kirine.

Şeva borî Kampa Mexmûr û derdora wê hat bombebarankirin û di heman demê de balafirên şer ên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Şingal û li Rojavayê Kurdistanê navçeya wêstgeheke petrolê li gundê Teqil Beqil li Dêrikê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ev zanyarî piştrast kir û da zanîn: “Bi armanca jinavbirna gefên PKK, KCK, YPG yên ser asayîşa sînorê wan di çarçoveya mafê wan ji bo berevanîkirina li xwe, wan operasyan encam dane bi taybetî ew cihên ku ew kom weke penageha ji xwe re dibînin, ew jî Şingal, Dêrik û Qerecox e.”