HSDê bersiv da daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Nerast e!
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku dibêje, di çend rojên dawî de 10 şervanên wan hatine kuştin, daxuyanî da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê wiha got:
"Wezareta Berevaniyê a dewleta Tirk, di rojên 16 û 21ê Cotmehê de daxuyanî da û îdia kir ku di van rojan de 10 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastîyê dûr in.ʹʹ

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin