HSDê bersiv da nûçe û daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kino Gabrîel bi daxuyaniyekê bersiv da daxuyaniyên li ser hesabên fermî yên medya civakî yên Wezareta Berevaniya Tirkiyê û nûçeyên derbarê wan de, li ser pêşdeçûnên leşkerî têne belavkirin.
Kino Gabrîel da xuyakirin, nûçe û agahiyên derew derbarê rewş û pêşdeçûnên leşkerî li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî yên dagirkirî û herêma Til Rifetê de têne weşandin ku ji rastiyê dûr in.
Berdevkê HSDê bang li Tirkiyê kir û got, “Em careke din piştrast dikin ku em ê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin, kiryarên propagandayê red dikin û bang li Tirkiyê dikin ku li hember peymanên bi hevkarên me yên li herêmê re îmze kirine, rêzdar be.”
Daxuyaniya Berdevkê HSDê wiha ye:
“Di van demên dawîn de gelek nûçe û daxuyaniyên derew ji hêla gelek hesabên fermî yên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser înternetê hatin weşandin, jê jî hesaba fermî ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ya ku nûçe û agahiyên derew der barê rewş û pêşdeçûnên leşkerî li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî yên dagirkirî û herêma Til Rifetê de diweşîne.
Em wek QSD/HSD piştrast dikin ku ev tevahî agahî û nûçe dûrî rastiyê ne û bi hewldana mixabîniya guhartina rastiya ku li ser erdê ji hêla pêkanîna me ya tevahî erkên peymanên di vî warî de tê meşandin de ne. Her wiha tu leşkerên me li herêmên navborî tune ne, lê berovajî wê hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê gundên derdora wan herêman topbaran dikin. Bi wê re jî gelek birîndar di nava sivîlan de çêdibin û binesaziya wan herêman tê wêrankirin.
Em careke din piştrast dikin ku em ê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin, kiryarên propagandayê red dikin û bang li Tirkiyê dikin ku li hember peymanên bi hevkarên me yên li herêmê re îmze kirine, rêzdar be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin