Wezareta Navxwe bersiva nûçeyeke kanalên PKKê da

26 February 2021 13:22 0 dîtin
Wezareta Navxwe bersiva nûçeyeke kanalên PKKê da

PeyamaKurd –  Bi daxuyaniyekê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, îdiaya şandina kesekî bi navê Omer Bartan bo Tirkiyê, red kir.

Wezareta Navxwe, piştî ku li kanalên ragihandinê yên PKKê bangeşeya wê yekê hatiye kirin ku kesekî bi navê Omer Bartan bi awayekî "çavê wî girêdayî" ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, bo Tirkiyê hatiye şandin, neçar ma daxuyaniyekê di derbarê vê tohmetê bide.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Em vê nûçeyê red dikin û weke hewleke din a ragihandina çewaşekar a PKKê dibînin ji bo xerakirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Di çend rojên borî de, ragihandina PKKê, nûçek belav kiriye ku goya kesekî bi navê Omer Bartan ê xelkê bajarê Tetwanê, bi awayekî çavê wî girêdayî, ji sînorê Îbrahîm Xelîl bo Tirkiyê hatiye şandin.

Em vê nûçeyê red dikin û weke hewleke din a ragihandina çewaşekar a PKKê dibînin ji bo xerakirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Loma ti bingeha vê nûçeyê tune ye.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

25/2/2021