HSDê daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir

09 March 2021 12:00 0 dîtin
HSDê daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir

PeyamaKurd – Navenda çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku gotibû, me 7 şervanên HSDê kuştine û otomobîleke mayinkirî teqandine red kir.

Li gor HSDe diyar kir, daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ji rastiyê dûr e û tu şervanekî wan jiyana xwe ji dest nedaye û tu otombîlek jî li ser sînorê komên çekdar nehatiye teqandin.

Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin:

“Di rojên 4-5-7ê Adarê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya dagirker, li ser hesabên xwe yên fermî têkîldarî herêmê (bi navê Mertalê Firatê) hin nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me şehîd xistine, ne rast e. Herwiha dibêjin, wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, tu rastiya wan nîne. Artêşa Tirk a dagirker, bi van nûçeyan dixwaze êrîşên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê ji van nûçeyan bawer neke.”