Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniya hedefgirtina sivîlan
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) piştî belavbûna vîdyo û dîmenên ku di bombebaranên ser Başûrê Kurdistanê de, sivîl û cihên sivîl hedef hatine girtin daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, li ser nûçeyên kuştiyên sivîl ên di encama êrîşên ev zêdetirî hefteyek e bi hinceta PKKê li ser xaka Başûrê Kurdistanê tên kirin, tê gotin, “Operasyon serkeftî dewam dike û ti sivîlekî zirar nedîtiye û nabîne.”
MSB tevî belavbûna dîmenên kêliyên bomberaran îdia dike ku heta niha ew gelekî baldar in di operasyonên xwe de û tenê dijî ‘terorîstan’ êrîşên xwe berdewam dikin.
Süleymaniye'de hava saldırısı: 3 sivil yaşamını yitirdi
— Artı Gerçek (@artigercek) June 25, 2020
Saldırı anı bölgede vulunan piknikçiler tarafından görüntülendi.https://t.co/HlLRojNh9m pic.twitter.com/oP2Lcq7VlJ
Di encama êrîş û bomberanên Tirkiyê de, hefteya borî li gundewarên Duhokê 5 sivîl hatibûn kuştin û di êrîşa doh ya ser seyrangeha Kanîmasî ya bi ser Silêmaniyê de jî 3 kes hatin kuştin ku zarok jî di nav de hejmarek sivîlên birîndar bûne hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin