Ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniya Tirkiyê: Kiryareke sermê ya dijminkarî ye!

30 May 2022 18:00 0 dîtin
Ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniya Tirkiyê: Kiryareke sermê ya dijminkarî ye!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyê li ser gefên operasyonê li ser herêmên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û liv û tevgera leşkerî ya Tirkiyê ragihand ku ew wî karê dijminane red dikin.

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê bi zarê çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Sûriyê daye xuyakirin ku Sûriye kiryarên leşkerî û dijminkarî yên hêzên Tirkiyeya dagirker di çend rojên borî de li dijî navçe û gundên Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, red dike.

Hat diyarkirin ku ji ber tevgerên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser sînor û di nav axa Sûriyê de xelkê sivîl dibin qurbanî û derbeder dibin.

Çavkaniya Wezareta Derve ya Sûriyê daye zanîn, karê Tirkiyê ji bo avakirina navçeyeke aram di nava sînorên Sûriyê de, “paqijkirina etnîkî û erdnîgarî ye.”

Li gorî SANAyê, çavkaniyê gotiye: “Tişta ku rejîma Tirkiyê ji bo avakirina herêmeke bi navê ‘herêma ewle’ li ser axa Sûriyê dike, kiryareke şermê ya dijminkarî ye û beşek ji siyaseta paqijkirina etnîkî û erdnîgarî ye ku ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan ve li herêmên Sûriyê yên dagîrkirî tê meşandin ku tawanên şer û dijî mirovahiyê ne.”