Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê napejirînin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkîya ragihand ku ew nîgeraniya Tirkiyê ya derbarê ewlehiya sînoran de fêm dikin lê operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tu awayî napejirînin.
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkîya, di civîneke rojnamevaniyê de operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Herekata Kaniya Aştiyê’ nirxand.
Wî rayedarî ragihand ku ew bi Enqerê re di têkiliyê de ne û nîgeraniya Tirkiyê ya ewlehiya sînoran fêm dikin lê ji ber fişara DAIŞê hewcedariya wan bi hevpeymanekî li Sûriyê heye.
Heman rayedarî got, “Di çarçoveya têkoşîna bi DAIŞê re hewcedariya me bi hevpeymanekî heye. Ev hevpeyman jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku Yekîneyên Prastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike. Em nîgeraniya Tirkiyê fam dikin lê ev operasyon zirarê dide têkoşîna li dij DAIŞê. Herweha ev operasyon seqamgîriya herêma xirab dike lewra jî qet em vê operasyonê napejirînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin