Wezareta Berevaniya Amerîka 170 milyon dolar alîkarî dide HSDê

24 September 2021 13:00 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Amerîka 170 milyon dolar alîkarî dide HSDê

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) 170 milyon dolar alîkarî dide Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û tê çaverêkirin, îro Kongresa Amerîkayê xerckirina van pereyan pesend bike.

Li gor zanyariyan, şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Îlham Ehmed Seroka Desteya Cîbicîkara vê encûmenê, li Washington DC paytexta Amerîkayê ye û bi çend endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê re, bi her du partiyên Komarî û Demokrat re civiyane û derbarê pereyên terxankirî yên Amerîkayê ji bo HSDê de gotûbêj kirine, ku nêzîkî 170 milyon dolarî ye û ji aliyê Pentagonê ve hatiye pêşniyarkirin.

Pentagonê nêzîkî 170 milyon dolar ji bo alîkariya HSDê terxan kiriye, ev alîkarî jî ji bo pêşxistina şiyanên serbazî û ewlekariya HSDê û dabînkirina pêwîstiyên xelkê ye, ku bi gotina Pentagonê dibin sedema aramiya demdirêj a navçeyê.

Ev pereyê terxankirî beşek e ji budçeyê Pentagonê ya ji bo sala 2022an, ku tê çaverêkirin îro li kongresê bê pesendkirin.

Di civîna endamên MSDê ya bi endamên Kongresa Amerîkayê re de, şanda MSDê tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê ji bo HSDê kir ji bo rûbirûbûna DAIŞê û şaneyên wê yên veşartî û herwiha ji bo astengiyên rûbirûbûna rewşa aloz li kampa Hol a taybet bi malbat û zarokên çekdarên DAIŞê.